Balefireka Tirkiyê ya bê pîlot (drone) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê êrîşê otomoblekî kir û di encamp de 3 kesên di otomobîlê de jiyana xwe ji dest dan.
Duh êvarê 9/11/2021an derdora saet 15:00 li taxa Hilêliyê ya Qamişlo, Dronek Tirkiyê êrîşî otomobîleke Toyota reng sipî kir û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û otomobîl bi tevahî hate şewtandin.
Hat zanîn ku kesên jiyana xwe ji dest dane, Yûsif Gulo û 2 Kurên wî Mihemed û Mezlûm Gulo ne. Yûsif Gelo siyasetmedarek naskiriye û bapîrê serkirdeyê HSD rêzan Guloye. Rêzan Gulo di berê de weke wezîrê berevaniyê kar dikir û di niha de weke şêwirmendê Mazlûm Ebdî kar dike. Tirkiyê heta niha çend êrîşên bi vî awayî li Rojavayê kurdistanê pêkanîne û hinek berpirsên HSDê jiyana xwe ji dest dane.
Berpirsê ragihandina YPGê Siyamend Elî di tiwîtekê de ragihand, êrîşa Tirkiyê bi rêya dronekî hatiye kirin û di encam de sê kesan canê xwe ji dest dane.
Gelek şehîdên malbata Gulo hene, Yûsif Gulo jî, kesayetîyeke naskirîye li Rojavayê Kurdistanê, bapîrê serkirdeyê HSD rêzan Guloye.