Korbenda aştî û asayişa Rojhilata Navîn li Duhokê dest pê kir

Bi beşdarbûna serkirdeyên Kurdistan û Iraqê korbenda aştî û asayişa Rojhilata Navîn dest pê kir.
Qasekî beriya niha korbenda aştî û asayişa Rojhilata Navîn dest pê kir.
Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî korbend vekir û bixêrhatina mêvan û beşdarvanan kir.
Di korbendê de serkomarê Iraqê Berhem Salih, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, seroka parlementoya Kurdistanê Rêwas Fayîq û gelek serkirdeyên Iraqî û dîplomatên biyanî beşdar in.