PAK: Em êrîşa DAIŞ û piştgirên wê şermezar dikin

PAK: Em êrîşa DAIŞ û piştgirên wê şermezar dikin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) êrişa duh şev li devera bajarokê Kulecoyê ya Germiyanê li dijî Hêzên Pêşmerge şermezar kir.

Çekdarên DAIŞê şeva derbasbûyî li devera Tepî Telan a ser bi bajarokê Kuleco yê Silêmaniyê ve, ji du aliyan êrişî Hêzên Pêşmerge kir û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.

PAKê ew êriş û piştgirên wê şermezar kir û amaje bi wê yekê kir ku divê Hêzên Pêşmerge vegerin tevahiya herêmên Kurdîstanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê da ku ewlehiya herêmê biparêze.

PAK dibêje: “Em bangî Neteweyên Yekbûyî û Hêzên Hevpeymanîyê dikin, rê bidinê da ku Hêzên Pêşmerge bikaribin ewlekariya navçeyên mijara madeya 140î pêk bînin û divê demildest madeya 140î bê bicîhanîn.”

PAKê herwiha hevxemiya xwe ji bo malbatên Pêşmergeyên şehîd bûne nişan da û got: “Ruhê pêşmergeyên şehîd bûne şad , cihê wan biheşt be. Em sersaxiyê ji malbata şehîdan û ji gelê Kurdistanê re dixwazin; şîfaya xêrê ji birîndaran re dixwazin.