Li şûna Merkel, Olaf Scholz bû serokwezîrê Almanyayê

Merkel, Olaf Scholz

Parlemana Almanî roja Çarşemê Olaf Scholz hilbijart ku bibe serokwezîrê 9 mîn ê Almanyayê piştî serdema 16-salî ya Angela Merkelê.

Hikûmeta Scholz bi hêviyên mezin ji boy nûjenkirina welatê herî bi qelebalix ê Yekîtiya Ewropî û şerê li dijî guherîna avhewayê de desthilatdariyê digire, zêdebarî qonaxa herî dijwar a kirîza vîrosa Koronayê ku Almanya heya niha pêre rû bi rû maye.

Schulz roja Çarşemê bi piştgirîya 395 parlamenteran bi dest xist.

Hevbendiya wî ya sê partiyan 416 kursî ji 736 kursîyan di Meclisa Nûneran de heye.

Schulz dê ji aliyê Serokomarê Almanyayê ve bi awayekî fermî bê tayînkirin û piştî demekê wê ji li himber Serokê Parlamentoyê sond bixwe.