PKKe dixwaze şerekî di navbera artêşa Îraqê û Êzdîyan da çêbike

PKKe dixwaze şerekî di navbera artêşa Îraqê û Êzdîyan da çêbike

Çekdarên bi navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞe ya ser bi PKKê ve, îro li Şengalê êrîşî karwanê erebeyên artêşa Îraqê kir û gef jî xwar ku ewê xwepêşandaneke mezin li dijî Hikûmeta Îraqê encam bidin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja yekşemî 12/12/2021ê, çekdarên YBŞê li navenda bajêrê Sinûnê ê girêdayî Şengalê teqe li erebeyên artêşa Îraqê kir û her wiha Hemereke wan şewtandin.

Dest nîşan kir, çekdarên YBŞê her îro li Sinûnê gulle berdan karwanê erebeyên lîwa Mihememed Malalle El Zuhêrî, fermandarê firqeya 20 a artêşil Îraqê kir û heya direngîya êvarê jî pevçûn li nêvbera wan derket.

Rêxistina PKKê bi rêya baskê xwe yê Şengalê YBŞê gef jî xwarine ku ewê xwepêşandaneke mezin li dijî Hikûmeta Îraqê encam bide û heya niha alozî di Şengalê û Sinûnê de dewam dike.

Rêxistina PKKê paş hedef kirina hejmareke fermandarên wê li navenda Şengalê ku dawî êk Merwan Bedel bû ku li Xanesûrê ket ber êrîşa balefirên Tirkiyê, dest avêtîye çêkirina fewzayê û têkdanê li Şengalê û vê carê jî dixwaze gelê Êzdî di vê pîlana xwe de weke amûrekî bi kar bîne.

PKKe dixwaze vê carê li dijî Hikûmeta federal xwepêşandanê bi gelê Êzdî bike û artêşa Îraqê bi dest û lepên van belengazan berbaran bike.

Rêxistina PKKê ji roja ku ketîye di Şengalê de, gelê Êzdî û êş û azara Êzdîyan ji boy berjewendîya rêxistinê bi kar anîye û her carê wan di pîlanên xwe de weke metiryalek bi kar tîne.