Artêşa Tirkiyê îro li sînorê parêzgeha Dêrsmê ya Bakurê Kurdistanê, operasyona Eren-zivistan 6 li dijî rêxistina PKKê destpêkir.
Li gorî agahiyên ku wezareta berevanyê ya Tirkiyê parvekirine, îro roja çarşemî 15/12/2021ê li navçeyên çiyayî yên sînorê Dêrsmê ya Bakurê Kurdistanê, operasyona bi navê Eren – zivistan 6 li dijî rêxistina PKKê hatîye dest pê kirin.
Di vê operasyonê de, 1060 cendirme, esker û gundparêz têde beşdarin û li gorî wezareta berevaniyê, 140 sitargeh û 9 şkeftên PKKê hatin jinavbirin.
Bi hatina demsala zivistanê li nav Tirkiyê operasyonên “Eren zivistan” li dijî PKKê li deverên Besta ya sinorê Şirnexê, Amanos ya sinorê Xetayê, dîsan li sinorê Amed û Çewlîgê, li Colemêrgê û sinorê Sêrtê, her wiha li sinorê Bedlîsê û Mêrdînê, Mûşê û Dêrsmê hatine encam dan.