Wezareta derve a Amerîkayê di raporeka xwe de tevî ku rêxistina PKKê bi grûpeke terorîstî bi nav kirîye, dewama êrîşên Tirkiyê jî li ser vê rêxistinê anîye ziman.
Wezareta derve a Amerîkayê di rapora xwe ya herî dawî de, Partîya Karkerkên Kurdistanê PKKê, bi grûpeke terorîstî nav kirîye û dibêje: hejmara endamên vê grûpê di nêvbera 4 heya 5 hezar kesan de tên texmîn kirin.
Rapora Amerîkayê bas li PKKê dike û dibêje: ev grûp li ser êrîşên xwe yên terorîstî li nava Tirkiyê didome û her wiha êrîşê dike ser berjewendiyên welatî li dervey sînor, mînak bi dîl girtina kesên sivîl.
Wezareta derve a Amerîkayê di raporê de her wiha dest nîşan kirîye ku Tirkiye jî li ser êrîşên xwe yên li dijî PKKê dewam dike.
Di rapora Amerîkayê de hatîye ku hêzên nîzamî ên Tirkiyê tevî hundirê welat, li her yêk ji Başûr û Rojava Kurdistanê, operasyonên leşkerî pêk tîne û rû bi rûy PKKê dibe.
Bi sedema êrîşên Tirkiyê, herî kêm 35 kesên sivîl û 265 endamên PKKê li Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, li himberî vê 41 çekdarên Tirk hatine kuştin
Li gorî agahiyên “Komela Kirîzên Navdewletî” ku rêxistineke nehikûmî ye, heya dawîya sala 2020ê, ji encama êrîşên ku li Tirkiye yê hatine encam dayîn, herî kêm 35 kesên sivîl û 265 endamên PKKê li Bakurê Kurdistanê, jiyana xwe ji dest dane, li himberî vê 41 çekdarên Tirk hatine kuştin.
Hikûmeta Tirkiyê li sala 2021ê jî bi hênceta piştigrî yan alîkarîkirina PKKê, li ser desteser kirin û binçav kirina û zîndan kirina Kurdên Bakurê Kurdistanê dewam kirîye û di nava wan de, rojnamevan, çalakvanên mafên mirovan, parêzer û siyasetvan jî hene.