Tirkiyê termên pêtirî 1000 Kurdan, bê nav û nîşan veşartine

goristan-kurd-turkey-pkk

Di pêtirî 40 salên şerê PKKê û Tirkiyê de, cesedên pêtirî hezar şêniyên Kurd, ji hêla Tirkiyê ve li goristanên bê nav û nîşan hatine bin ax kirin.

Medyaya Bakurê Kurdistanê çendîn rapor di vê derbarê de çêkirine û hatîye tesbît kirin ku Kurdên di şerê PKKê û Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane, bêy ku malbatên wan bên haydar kirin, di goristanên bê nav û nîşan de, hatine bin ax kirin.

Di raporên medyayê de hatîye: banga malbatên qurbanîyan jî ji boy testa DNA ji bo ku termên ewladên wan bên nas kirin, bê bersiv mane.

Goristana Garzan ya li gundê “Ulka Cur” ku li navenda Bedlîsê ye, li 19 dîsambera 2017ê hat xerab kirin, cesedên ku li wir bûne hemû bi şefelan hatin derxistin, 282 cesed li Kîlyosa navçeya Stenbolê hatin veşartin û di 4 salên rabûrî de tenê 21  ji wan bi malbatên wan hatine radest kirin.

Sîmûs Kardax, hevserokê encûmena “Alîkarî û Yekgirtin” li gel malbatên qurbanîyan bi medyayê gotine: weke goristana Kîlyosa Stenbolê, herî kêm 1000 cesed di goristanên nenas kirî de li Sêrtê, Mêrdînê, Rihayê, Edene, Şirenexê, Amed û Batmanê hatine bin ax kirin.

Dest nîşan kir, gelek caran wan banga wergirtina cesedên xwe kirine, lê belê ev daxwazîya wan bê bersiv mane.

Veşartina nûçeyên mirina Kurdan, siyaseteke ne tenê ji hêla Tirkiyê ve tê bi karanîn, lê belê PKKe hemawayê Tirkiyê, mirina şervanên xwe di peçine, yan jî bi salan dem diçe heya ku hinek hejmarên nerast radgihîne.