Li gundên deverên bilind ên Mûşê ji ber berfa ku zêde barî xanî di nav berfê da winda bûn.
Li bajêr bi qasî 5 rojan berfê car caran lê kir û carna vekir û li gundên bilind berf zêde barî.
Gundê Çegîlî bi qasî 60 kîlometre ji navenda bajêr dûr e hinek xanî, gom, dar û devî di nav berfê da man û berfê ji ser wan ra avêt.
Hasan Ozçelik diyar kir ku berf bereket e û îsal wisa xuya dike wê zivistan bi zehmet derbas bibe û wiha domand: “Bi taybetî di nav gund da ji ber ku makîneyên kar nikarin têkevinê me di bin berfê da serdab çêkirin.
Mustafa Yondem jî got ku berfê avêtiye heta ber paceya mala wî û wiha domand: “Em serê sibehê berfa li ber deriyê xwe paqij dikin lê êvarê dîsa dibare û mîna berê dibe”.