Hêzên ewlehiyê ên rejîma Îranê, jin û mîrekên Kurd yên xelkê Îlamê desteser kirine û ev çend rojin çarenivîsa wan nediyare.
Li gorî rêxistina Hengawê ya mafên mirovan, li roja 21/12/2021ê hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê li navenda bajêrê Îlamê ê Rojhilata Kurdistanê, bi ser malekê de girtine û bê ku ti belgenameyan nîşan bidin, xwediyê malê yê bi navê Pûrya Cewadî û hevjîna wî Miryem Heqgû desteser kirine.
Her wiha dest nîşan kir, ji roja ku ev jin û mêr hatine desteser kirin, hêjan tu agahî ji çarenivîsa wan nehatine bi dest xistine, her wiha ciyê ku ji boy hatine birin.
Rêxistina Hengawê amaje da ku sûça ku ev jin û mêr pê hatine desteser kirin jî nezelale.