Di sala nû de, Tirkiyê 10 Gerîla û Şervan kirine armanc

pkk-qendil-ypg-rojava

Di du rojên sala nû 2022ê de, artêşa tirkiyê êrîşên xwe yên li dijî rêxistina PKKê dewam kirine, 10 çekdarên rêxistinê li Qendîlê û Rojava Kurdistanê kirine armanc.

Li gorî agahiyên ku wezareta parastina netewî ya Tirkiyê belav kirine, di rojên 1 û 2/1/2022ê de, êrîş li Başûr û Rojava Kurdistanê li dijî rêxistina PKKê hatine encam dayîn û bi vî rengî:

Li roja 1/1/2022ê êrîş li navçeyên Çiqlê Zeytûnê û Kanîya Aşitiyê hatine kirin, 6 çekdarên YPGê hatine armanc girtin û jiyana xwe ji dest dane.

Li 2/1/2022ê êrîşa asîmanî li Qendîlê hatîye encam dayîn û 4 çekdarên PKKê hatine armanc girtin.

Li derbara van êrîşan rêxistina PKKê tu agahî nedane, hemwext medyaya Yekîneyên Parastina Gel YPGê jî li derbara ji dest dayîna Şervanên xwe bêdeng maye.