ENKSê li deriyê sînorî yê Sêmalka bi nûnerê DYAyê re hevdîtin pêk anîn

Şanda ENKSê ligel cîgirê nûnerê tayibetê serokê Amerîkayê bo Sûriyê Matthew Pearl civiya û tekez kir, ku deriyê Pêşxabûr-Sêmalka ji ber binpêkirina mafan û çalakiyên grûpên çekdarên ser bi PYDê ve hatiye girtin.
Desteya serokatiya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, şanda ENKSê ku ji Mihemed Îsmaîl, Fesla Yûsif, Silêman Oso û Feysel Yûsif pêk dihat, duh 10/1/2021an , ligel cîgirê serokê nûnerê tayibetê Amerîkayê bo Sûriyê Matthew Pearl civiya.
Di daxuyaniyê de hat, aliyê ENKSê di civînê de tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyan ligel aliyên Amerîkî û giringiya piştevaniya wê ji bo aramiya navçeyê kir ku ji ber têkçûna rewşa aborî û bandorên wê yên nerênî, welatî neçar dibin koçber bibin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşan kirin, ENKSê di civînê de amaje bi binpêkirinên grûpên çekdarên ser bi PYDê ve yên li dijî ENKS kir û got ku kiryarên wan grûpan bûne sedema girtina deriyê Pêşabûrê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, vê yekê jî hîştiye rewşa welatiyan xirabtir bibe û deriyê wanê sereke were girtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, nûnerê Amerîkî tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên li gel ENKSê û piştevaniya welatê xwe ji bo aramiya navçeyê kir û got ku ewê bi aliyên pêwendîdar re wan pirsgirêkên ku di civînê de hatine gotûbêjkirin çareser bike.
Herwiha di daxuyaniya ENKSê de hat: “balyozê Amerîkî got jî, Amerîka hewla vekirina deriyê sînorî dide, ji bo bikaranîna wê di warê aborî û mirovahî de, bêyî ku ti pirsên din bikevin karê wî derî, yan astengî li pêş çêbibin.