Biden gefa cezayên li Putin dixwe, eger Rûsya Ukraynayê dagîr bike

Biden-to-warn-Putin

Serokê Amerîka Joe Biden radigihîne, eger hêzên Rûsî êrîşî Ukraynayê bikin, ew amade ye sizayan li ser hevtayê xwe yê Rûsî Vladimir Putin bisepîne.

Serokê Amerîka Joe Bidendi bersiva pirseke rojnamevanekê ku jê pirsî “gelo hûn ê bi xwe cezayan li ser Putîn bisepînin” bersiv da, “Erê. Ez dikarim vê yekê bikim.”

Herwiha Biden hişyarî da, eger Putîn biryara dagîrkirina Ukraynayê bide, dê “encamên giran” derkevin.

Biden piştrast kir jî, niyaza wî tune ye ku hêzên Amerîkî û NATO veguhezîne Ukraynayê.

Biden pêşbînî kir, ew ê di demek nêzîk de 8500 hêzên Amerîkî veguhezîne ku Pentagon roja Duşemê ragihand, ew hêz di amadebaşiyê de ne.