PKKê berxwedan li nav gundên tena ên Dihokê geş kirîye!!

pkk-berxwedan-duhok-kurdistan-kck-berwari-bala-amedi-turkey-bomb-village

Rêxistina PKKê li dawîya sala rabûrî ragihandbû, di sala nû de wate 2022 ê ewê berxwedanê geş bikin, PKKê ev soza xwe bi cî kir û berxwedan li nava gundên Başûr geş kir, bi wê armancê ku ev gundên tena û rehet ji şênîyan werin vala kirin û bibin qada şer.

Balafirên ceng yên dewleta Tirk a dagîrker, îro roja şemî 29/1/2022an liv û tevgerên çekdarên PKKê, li gundên quntara çiyayê Metîna li sînorê Amêdiyê û li devera Berwarî Bala, yên li Başûrê Kurdistanê mûşek baran kirin, zirar bi şêniyên gundan ketîye.

Her yêk ji gundê Sigêrî û gundê Hirorê li çend saetên derbasbûyî ketine ber êrîşên asîmanî û ji bilî zirarên maddî ku bi şêniyên van gundan ketine, tirseke zêde jî li cem wan çêbûye.

Rêxistina PKKê ya ku ev 41 sale hatîye damezrandin û 37 sale şerê çekdarî dike, hêjan yêk metroya xaka Kurdistanê ji destê dagîrkeran rizgar nekirîye, berevajî ew hatîye di take perçeya azad a Kurdistanê de, hêncetan dide destê dijmin ji bo ku ev der jî wêran bibe.

Dewleta Tirk li sala rabûrî li meha nîsanê êrîşeke berfireh li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir û ji wê demê ve, hejmareke gundên sînorê parêzgeha Dihokê vala bûne û bûne qada şer û herku diçe xeterîya li ser gundên avedankirî jî bêhtir dibe.

PKKe ji bo ku xwe ji êrîşên dewleta Tirk biparêze, liv û tevgera çekdarên xwe xistîye nava gundan de û ji ber vê ev gund dewam dikevin ber êrîşan û zirarên giyanî û maddî bi şêniyên wan ketine.