Çeteyên Tirkiyê dest bi talankirina gundên Serêkaniyê kir

Komên çeteyên grêdayî Tirkiyê ji duh ve dest avêtine talan kirina gundên rojhilata bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê.
Nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan belav kir, ji duh roja çarşemiyê 16\2\2022ê, çekdarên opozisyona Sûriyê yên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, li 6 gundên Serêkaniyê dest bi dizî û talankirina milk û malê welatîyan kirîye.
Dest nîşan kir, her yêk ji gundên Elûkê, Mirêkisiyê, Dawudiyê, Sufih, Qasimiyê û Reyhaniyê ku dikevin aliyê başûr û rojhilatê Serêkaniyê, rastî êrşên çekdarî yên ser mal û milkên welatiyan hatine.
Nerîngeha Sûrî dest nîşan kir, komên çeteyên ji firqeya El Hemze, El Mutesim û Ceyş El Îslam ev êrîş û talankarî encam dane.