Wezîrê bergirîya Tirkiyê: “operasyon li gorî planê dewam dike”

Wezîrê bergirîya Tirkiyê: "operasyon li gorî planê dewam dike"

Wezîrê bergirîya Tirkiyê, îro serdana xeta sînor kir û li derbarê operasona “Pence Kilîl” ragihand ku operasyon weke ku plan bo hatîye çêkirin, dewam dike.

Hulusî Akar, wezîrê bergirîya Tirkiyê îro roja duşemî 25/4/2022ê serdana baregehên artêşa welatê xwe li Çelê û xeta sînor kir, wî li derbarî operasyona “Pence Kilîl” got: “operasyon weke plan bo hatîye çêkirin, gelek serketî birêve diçe”.

Operasyona “Pence – Kilîl” ya artêşa Tirkiyê li sînorê navçeya Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê ve û bi taybet li Metîna, Zap û Avaşîn – Basiyanê berdewame.

Akar li derbara zirarên PKKê destnîşan kir ku heya niha artêşa Tirkiyê 58 gerîla di operasyonê de kuştine.

Rêxistina PKKê jî îro bîlançoya herî dawî ya şer parvekir û got ku gerîlayan ji 17 vê mehê, 218 leşkerên tirk kuştine.