Wezîrê Derve yê Sûriyeyê ji bo beşdarbûna di civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî de gihîşt Bexdayê

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê ji bo beşdarbûna di civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî de gihîşt Bexdayê

Wezîrê Derve û Koçberan ê Sûriyeyê Es’ed Şeybanî, bi mebesta beşdarbûna di civîna Wezîrên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî de, gihîşt paytexta Iraqê, Bexdayê.

Wezîrê Sûrî îro, 17ê Cotmeha 2026an, gihîşt Bexdayê. Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Ragihandin û Peywendiyan a Wezareta Derve ya Sûriyeyê, Şeybanî dê tevlî 52yemîn xula Encûmena Wezîrên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî bibe ku kar û xebatên wê îro li paytexta Iraqê dest pê kirine.

Civîn dê du rojan, yanî di 17 û 18ê Cotmehê de, dewam bike û nûnerên 55 dewletên endam û çavdêr tê de beşdar dibin. Berdevkê civînan Heseneyn Kamil di daxuyaniyekê de ragihand ku rûniştin bi dirûşma “Diyalog û hevgirtin; du stûnên sereke bo bihêzkirina aştî û pêşkeftina domdar” birêve diçin. Kamil her wiha da zanîn ku hemû amadekariyên ewlehî, lojîstîkî û rêxistinî bi hevahengiya di navbera Wezareta Derve, Wezareta Navxwe ya Iraqê û Sekreteriya Giştî ya Rêxistina Hevkariya Îslamî de hatine kirin.

Beşdarbûna di vê xulê de wekî derfeteke girîng a rawêjkarî û hevahengkirina helwestên welatên endam li hember astengiyên li pêşberî cîhana îslamî tê nirxandin. Wezareta Derve ya Iraqê jî diyar kir ku mêvandariya Bexdayê di vê qonaxê de peyameke xurt e ji bo zêdekirina lêktêgihîştin, aştî û aramiya domdar li herêmê.