Bahçelî: Gavên pêvajoyê dê bi cidiyet werin avêtin û di demeke kurt de encam werin wergirtin

Bahçelî: Gavên pêvajoyê dê bi cidiyet werin avêtin û di demeke kurt de encam werin wergirtin

Serokê Partiya Bizava Neteweyî (MHP) Devlet Bahçelî, di civîna heftane ya fraksiyona partiya xwe de li Parlamena Tirkiyeyê, daxuyaniyên nû û girîng derbarê pêvajoya çareseriyê de dan rojevê. Bahçelî destnîşan kir ku gavên di vê çarçoveyê de tên avêtin dê bi biryardarî û cidiyeteke mezin berdewam bikin û tekez kir ku ew ê di demeke kurt de encamên berbiçav bi dest bixin.

Bahçelî di axaftina xwe de bal kişand ser rola pêvajoya çareseriyê û diyar kir ku ev prose nîşaneya îradeya yekîtiya neteweyî û pêngava avakirina şaristaniyeke nû ye ku navenda wê Tirkiye ye. Lîderê MHPê anî zimên ku ev hewldanên siyasî yên ku bi îradeya azad a milet têne meşandin, dibine sedema tirsa wan aliyên ku dixwazin serdestiya xwe li herêmê ferz bikin û Tirkiyeyê qels bikin.

Devlet Bahçelî destnîşan kir ku tevî hemû hewldanên provokatîf û zextên aborî, siyasî û ewlehiyê yên ku armanca wan têkdana aramiyê ye, ew ji rêya xwe paşve gav naavêjin. Wî tekez kir ku miletê Tirk û dewlet di vê biryarê de yekgirtî ne û got: “Gavên ji bo pêvajoyê dê bi cidiyet, dilsozî û biryardarî werin avêtin û em gelekî bawer in ku di dema herî kurt de encamek erênî bi dest bixin.”