Bahçelî: Ocalan dikare di komîteyên siyasî de cih bigire

Serokê Partiya Bizava Neteweyî (MHP) Devlet Bahçelî derbarê pêvajoya ku wekî “Tirkiyeya Bê Teror” tê binavkirin daxuyaniyên nû û balyêkêş dan. Bahçelî diyar kir ku ev pêvajo êdî bûye siyaseta fermî ya dewletê û destnîşan kir ku di çarçoveya vê pêvajoyê de rêberê PKKê Ebdullah Ocalan (kesê li Îmraliyê) dikare di komîte û xebatên koordînasyona siyasî de cih bigire.

Devlet Bahçelî bal kişand ser ku ti astengî di birêveçûna pêvajoyê de nînin û tekez kir ku ev gav bi awayekî bi rêkûpêk û organîze tên avêtin. Wî diyar kir ku hemû şaxên rêveberî, yasadanîn û dadwerî di vê mijarê de di nav koordînasyonê de ne û got: “Ev pêvajo gelekî bi rêkûpêk dimeşe û Tirkiyeyê di vê rêyê de pêşketineke girîng bi dest xistiye. Di vê têkoşîn û siyaseta nû de bi ti awayî paşveçûn an jî veger tune ye.”

Serokê MHPê bi taybetî bal kişand ser rola Ocalan û daxuyaniyên wî yên berê û anî zimên ku girtina berçav a daxuyaniyên 27ê Sibata 2026an dikare deriyekî nû vegire. Bahçelî destnîşan kir ku di çarçoveya pêvajoya aştiyê de xebata koordînasyona siyasî mafê kesê li Îmraliyê ye û divê civak bi giyanê biratiyê piştgiriyê bide vê siyaseta dewletê da ku Tirkiye ji terorê azad bibe.

Di dawiya axavtina xwe de, Bahçelî piştgiriya xwe ya tam ji bo biryardariya Serokkomar re ragihand û bang li hemû aliyan kir ku ji daxuyanî û kiryarên provokatîf dûr bisekinin. Wî tekez kir: “Em xwediyê gotina xwe ne û li pişt hemû daxuyaniyên ku me dane radiwestin; riya ku me girtiye ber bi aştî û aramiyê ve diçe.”