Cîgirê Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Feti Yıldız, di bernameya “Tirkiyeya Bê Teror, Herêma Bê Teror Li Ser Rêya Aştî, Îstîqrar û Pêşveçûnê” ya li Navenda Çand û Hunerê ya Üsküdar Bağlarbaşı hat lidarxistin de, hûrgiliyên rêziknameya di çarçoveya pêvajoya nû de eşkere kirin. Yıldız diyar kir ku ji 4 hezar û 897 mehkûm û girtiyên PKK û KCKê yên li girtîgehên Tirkiyeyê, 2 hezar û 800 kes dikarin ji vê rêziknameyê sûd werbigirin.
Li gorî daxuyaniya Yıldız, kesên ku bi sûcê kuştinê hatine mehkûmkirin, kesên ku cezayê hepsa heta hetayê an jî hepsa heta hetayê ya girankirî li wan hatiye birîn û hin kesên ku hîn di bin lêpirsîn an dozgeriyê de ne, dê ji derveyî çarçoveya qanûnê bimînin. Yıldız rexne li kesên ku rêziknameyê rexne dikin girt û daxwaz kir ku bendên qanûnî bi rêkûpêk werin xwendin û fêmkirin.
Mercên Paşxistina Cezayan û Sûcên Nû
Yıldız şert û mercên paşxistina pêvajoyên dadwerî û cezayan eşkere kir û got ku ji bo sûcên ku cezayê wan herî zêde heta 15 salan e, lêpirsîn, dozgerî an jî mehkûmkirin dê 5 salan werin paşxistin. Wî anî ziman ku ji bo sûcên ku cezayê wan ji 15 salan zêdetir e jî, ev dema paşxistinê 10 sal e.
Cîgirê Serokê MHPê hişyarî da ku heke di dema paşxistinê de sûcekî nû bê kirin, pêvajoyên lêpirsîn, dozgerî û bicîhanîna cezayan dê ji cihê ku rawestiyane berdewam bikin û di vê heyamê de demdirêjî dê neqede.