Şeybanî: Sûriye dê di destpêka meha bê de balyozxaneya xwe li Enqereyê veke

Şeybanî: Sûriye dê di destpêka meha bê de balyozxaneya xwe li Enqereyê veke

Wezîrên Derve yên Sûriye û Tirkiyeyê li Enqereyê civîneke rojnamevanî ya hevpar li dar xistin û tekezî li ser xurtkirina têkiliyên dualî, parastina serweriya Sûriyeyê û pêwîstiya rawestandina êrîşên Îsraîlê kirin. Di civînê de Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî ragihand ku di destpêka meha bê de Balyozxaneya Sûriyeyê li Enqereyê bi rengekî fermî tê vekirin.

Di civînê de Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan diyar kir ku wan hemû aliyên pêwendiyên dualî, di nav de warên ewlehî, berevanî, tenduristî û perwerdeyê nîqaş kirine. Fîdan her wiha tekez li ser yekparçeyiya axa Sûriyeyê kir, daxwaz kir ku êrîşên Îsraîlê yên li ser axa Sûriyeyê bên rawestandin û Îsraîl pabendî Peymana 1974ê bibe.

Esed Şeybanî jî ji aliyê xwe ve da xuyakirin ku wan pêngavên dawiyê yên avakirina Lijneya Bilind a Hevpar temam kirine û hevkariya wan li ser erdê dest pê kiriye. Di vê çarçoveyê de xeta karebayê ya Heleb-Bêrecîkê tê nûjenkirin, geştên asmanî yên rasterast di navbera Şam û bajarên Antalya û Îzmîrê de dest pê dikin û kar ji bo vekirina bilez a deriyê sînorî yê Qamişlo-Nisêbînê tê kirin.

Li ser asta stratejîk û aborî, her du aliyan li hev kir ku projeya girêdana xeta hesinî ya ku ji Tirkiyeyê di nava Sûriyeyê re derbazî Urdin û Kendavê dibe bilezînin. Her wiha hate ragihandin ku qebareya bazirganiyê di sala 2025ê de gihîştiye 3.7 milyar dolaran û armanc ew e ku ev hejmar bigihîje 10 milyar dolaran, ji bo vê yekê hêsankarî ji bo berhemên Sûriyeyê û parastina veberhêneran tên kirin.

Di mijara ewlehiya avê de, Şeybanî diyar kir ku wan berdana dadperwerane ya ava Çemê Firatê nîqaş kiriye û ew li benda tevlîbûna Tirkiyeyê ya di civîna sêalî ya li gel Iraqê de ne. Di derbarê rewşa herêmî de, Şeybanî ewlehiya Kendavê wekî beşek ji ewlehiya Sûriyeyê bi nav kir û got ku nêrîna wan û ya Tirkiyeyê li ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêya danûstandinan yek e.