Yasaya pesendkirina “Rêkeftina Mekkeyê” ya ku di navbera Tirkiye, Pakistan û Erebistana Siûdî de hatibû îmzekirin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Rêkeftin armanc dike ku di warên ewlehî, bergirî û pîşesaziya leşkerî de hevkariyeke piralî û stratejîk di navbera her sê welatan de bê avakirin.
Li gorî naveroka rêkeftinê, her sê welat dê di warê pîşesaziya bergiriyê de projeyên hevbeş bipêş bixin. Di vê çarçoveyê de parvekirina teknolojiyê, hilberîna hevbeş, lêkolîn û pêşxistin û handana dahênanên nû di warê leşkerî de tên armanckirin. Her wiha ji bo bilindkirina asta amadebûna leşkerî, bernameyên rahênanê yên hevbeş, manovre û pevguhartina karmendan dê werin organîzekirin da ku şiyana karkirina hevbeş a hêzên çekdar werin xurtkirin.
Têkoşîna hevbeş a li dijî terorê û îstixbarat
Rêkeftin her wiha hevkariya di asta kiryarî de ji bo rûbirûbûna her cure gefên terorîstî yên ku ewlehiya herêmî û navneteweyî dixin metirsiyê, berfireh dike. Alî dê li ser mijarên ewlehiyê di nava şêwra berdewam de bin û zanyariyên îstixbaratî bi rêya kanalên taybet û li gorî rêzikên parastina nepenîtiyê parve bikin. Di heman demê de, di demên aştî, krîz an şer de, pişgiriya lojîstîkî – di nav de dabînkirina çek, cebilxane û parçeyên yedek – tê misogerkirin.
Komîteya Stratejîk û Sekreterya Li Siûdiyê
Ji bo şopandin û çavdêrîkirina qonaxên cîbicîkirina rêkeftinê, komîteyeke siyasî û bergiriyê ya stratejîk ku ji wezîrên derve, wezîrên bergiriyê û serokerkanên her sê welatan pêk tê, tê damezrandin. Ev komîte wê bi awayekî asayî salane du caran dicive.
Her wiha ji bo birêvebirina karûbarên komîteyê, sekreteryayek li Erebistana Siûdî tê avakirin. Posta Sekreterê Giştî dê her sê salan carekê di navbera welatan de bi rengekî dorveger biguhere û di qonaxa yekem de welatiyekî Pakistanî dê vî erkî werbigire.
Rêkeftin ji bo demeke nediyar hatiye îmzekirin û piştî temamkirina pêvajoyên pesendkirina yasayî ket warê cîbicîkirinê. Her aliyek dikare piştî derbasbûna 10 salan bi rêya kanalên dîplomatîk daxwaza vekişînê bike.