Hikûmeta Tirkiyeyê îro Duşemê (9ê Mijdara 2026an), bi serokatiya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan dicive. Di vê civîna girîng de dê nexşerêya çekdanîna PKKê di çarçoveya proseya aştiyê de, bilindkirina mûçeyên xanenişînan û geşedanên herêmî yên di navbera Amerîka û Îranê de li ser maseyê bin.
Di pişka ewlehî û navxweyî de, hikûmet dê pêngavên dawî yên proseya ku bi “Tirkiyeya bê teror” tê nasîn helsengîne. Di vê çarçoveyê de, encamên karên “Desteya Taybet a Serokkomariyê bo Çekdanîna PKKê”, çalakiyên “Lijneya Çavdêriyê li Parlamentoya Tirkiyeyê” û qonaxa ku xişteya demkî ya çekdanîna komên çekdar gihîştiyê, bi hûrgilî tên gotûbêjkirin.
Di warê aborî de jî, rewşa jiyana nêzîkî 18 milyon xanenişînan ku dora 5 milyon ji wan kêmtirîn mûçeyê werdigirin dê mijara sereke be. Tîma aborî ya hikûmetê dê bijardeyên wekî zêdekirina wekhev, dana pişka berfirehiyê û bilindkirina mûçeyan li gorî salên xizmetê bîne ziman daku piştî danûstandinên budceyê pêşkêşî parlamentoyê bike; herwisa lêkolînên gendeliya sindoqên darayî û qerabûkirina veberhêneran jî dê bên axaftin.
Di siyaseta derve de, aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de û hewldanên dîplomasî yên li gorî peywendiya telefonî ya dawî ya di navbera Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump de dê bên nirxandin. Her bi wê re, encamên serdana Erdogan a bo Azerbaycanê û amadekariyên bo mêvandariya Lûtkeya Keşûhewayê ya Cîhanî (COP31) li Antalyayê beşek din a rojeva civînê pêk tînin.