Dadgeha Lêpirsînê ya Mûsilê (Aliyê Çepê) fermaneke desteserkirinê ji bo Merwan Hecî Melko, ku fermandarê Fewca 79 a Heşdî Şebî ya li nahiyeya Sinûnê ye, derxist.
Çavkaniyên Darka Mazî dan zanîn, li gorî nivîsara fermî ya dadgehê ku di 13ê Îlona 2026an de hatiye şandin bo Rêveberiya Sûc û Tevgerê ya ser bi Serokatiya Polîsên Neynewayê ve, ev ferman li ser giliya welatî Mehmûd Ezîz Ehmed hatiye derxistin daku rêkarên yasayî werin girtin.
Merwan Hecî Melko (bi nasnavê Hadî Neccar) di sala 1990î de ji dayik bûye, Êzîdî ye, ji hoza Korkî ye û li Komelgeha Borik a ser bi nahiyeya Sinûnê ve rûniştvan e.
Her çend ev fewc (Fewca 79) bi fermî ser bi Lîwaya 75 ya Diyab Fewaz El-Cerba ve be jî, lê bi kiryarî li gorî berjewendiyên koma “Ketaib Seyid El-Şuheda” li sînorê nahiyeya Sinûnê kar dike û baregeha fewcê jî li nava sînorê nahiyeyê ye.