Partiya NÛ îro û sibê bi dirûşmeya “Tirkiye Nû dibe” li Enqere Arenayê 1emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar dixe. Di kongreyê de Özgür Özel tenê namzed e û tê payîn ku di roja duyemîn de endamên Meclisa Partiyê û Komîteya Dîsîplînê werin hilbijartin.
Ji bo kongreyê 1200 delege dê dengên xwe bidin û piştî axaftina destpêkê ya Özel, hilbijartina serokatiya giştî pêk bê. Roja ewil a kongreyê dê piştî vê hilbijartinê bi dawî bibe. Hat ragihandin ku Özgür Özel dê di axaftina xwe de li ser mijarên wekî pêvajoya hiqûqî, rewşa Ekrem Îmamoglu û çareseriyên berbiçav ên ji bo pirsgirêkên aborî, perwerde û tenduristiyê bisekine. Her wiha dê helwesta fermî ya partiyê ya li ser pêvajoya aştiyê jî ji raya giştî re rabigihîne.
Rayedarên partiyê kongreyê wekî “qonaxeke girîng” bi nav dikin û diyar dikin ku piştî vê pêvajoyê xebatên meydanî dê bê navber bidomin. Serokatiya partiyê destnîşan kir: “Ji bo pirsgirêkên welêt çareseriyên me hene. Meclisa Partiya me ya ji 150 kesan pêk tê – ku ji parlamenter, nûnerên rêxistinan û pisporan pêk tê – dê li ser sê eniyan bi welatiyan re têkiliyê deyne.”
Zêdetirî 27 partî û nûnerên navneteweyî hatine vexwendin
Partiya NÛ ji bo kongreya xwe ya damezrîner vexwendname ji 27 partiyên siyasî re şandine. Nûnerên ji dezgehên rêveberî û partiyên endam ên Enternasyonala Sosyalîst, Partiya Sosyalîstên Ewropî û Hevpeymaniya Pêşverû, her wiha endamên Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û nûnerên komên siyasî yên li Parlamentoya Ewropayê dê beşdarî kongreyê bibin.
Ji bilî van, nûnerên ji partiyên sosyal demokrat û çep ên cîhanê, nûnerên rêxistinên diasporayê yên welatiyên Tirkiyeyê û gelek sefaretxane û mîsyonên dîplomatîk ên biyaniyan jî di nav vexwendiyan de ne.