Îran deverên sînorê Başûrê Kurdistanê topbaran dike

bradost-iran

Topxaneya Îranê îro danê sibê navçeyên sînorî yên devera Biradost ya Herêma Kurdistanê topbaran dike.

Îro roja çarşemî 11\5\2022ê demjimêr 08:20 topxaneya Îranê zozanên Berbizîn li nêzîkî Sîdekanê topbaran kirin.

Hat ragihandin ku 5 – 6 mûşek li navçeyê ketin, lê xweşbextane ti ziyanên canî di encamê de nebûn.

Di sê salên borî de gelek caran navçeyên sînorî ji aliyê Îranê ve hatin topbarankirin, ji bilî şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek ji welatiyan, gelek ziyan gihîştine rez û zeviyên welatiyan.