Artêşa Tirkiyê li Çiyayê Cudî operasyoneke nû da destpêkirin

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku hêzên wan li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê operasyoneke nû bi navê “Abluka-17 (Dorpêç-17)” dane destpêkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, îro Duşembê 13ê Hezîrana 2022ê li çiyayê Cudî û Geliyê Tûşimiyayê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê bi navê “Abluka-17 (Dorpêç-17)” operasyoneke nû li dijî PKKê hatiye destpêkirin.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku hêzên taybet ên cendirme, polîs û komando jî di nav de 574 endamên artêşa Tirkiyê di vê operasyonê de cih digirin ku ji 41 tîman pêk tên.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê 1ê Hezîrana 2022ê jî ragihandibû ku li çiyayê Cudî operasyoneke daye destpêkirin. Herwiha di meha Gulana 2022ê de jî li herêmê di navbera artêşa Tirkiye û PKKê de şer qewimî bû.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi dawîbûna qonaxa operasyonên heyama zivistanê ragihandibû û aşkera kiribû ku di demsala bihar û havînê de ew dê di bin navê “Dorpêç” de rêze operasyonên nû li deverên cuda yên Bakurê Kurdistanê li dijî PKKê bidin destpêkirin.