Gereke din a civîna aliyên siyasî yên Kurdistanê birêve diçe

Gereke din a civîna aliyên siyasî yên Kurdistanê birêve diçe

Îro civîna Saziya Helbijartinê ya aliyên siyasî li Serokatiya Herêma Kurdistanê birêve diçe.

Li gor agahiyan, îro 21.06.2022yê li Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Saziya Helbijartinan a aliyên siyasî dê bicivin û gotûbêjê derbarê encamdana helbijartinê û çalak kirina komîsyonê û yasaya helbijartinê de bikin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê lijneyek pêkaniye ku Saziya Helbijartinên hemû aliyan têde beşdar in, biryare piştî geheştina rêkeftina aliyan a derbarê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartin û Rapirsiyê û yasaya helbijartinê û dema nû ji bo encamdana helbijartinê, wê demê Serokatiya Herêma Kurdistanê roja 01.07.2022yê raporta xwe ya derbarê hersê pirsan de dê aşkera bike û biryara dawî ya derbarê hersê pirsan de jî bide.