CNKê bi daxuyaniyekî Şêx Seîd û hevalên wî bibîranî

CNKê bi daxuyaniyekî Şêx Seîd û hevalên wî bibîranî

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê – CNKê bi daxuyaniyekî nivîskî di salvegera darve kirina Şêx Seîd û hevalên wî de ew bibîranîn.

Peyama CNKê waha ye:

Ji bo Kurdistaniyên ezîz û xebatkarên medyayê

Di 29.06.1925an de, di encama biryara darvekirina ne rewa ya Komara Tirkiyê û Dadgehên Îstiqlalê, di 29.06.1925an de Şêx Seîd û 47 hevalên wî yên pêşengên tevgera rizgarîxwaza neteweyî ya Kurdistanê li meydana Deriyê Çiyê yê Diyarbekirê hatin îdamkirin.

Îro polîsan di bername û daxuyaniya Çapemeniya ya Komeleya Şêx Seîd ve hatibû organîzekirinde  rê nedan endamên me bi pankartên wêneyên Şêx Seîd û hevrêyên wî bilind bikin.

Dewleta Tirkiyê tevî ku 97 sal bi ser îdamkirina ne rewa ya Şêx Seîd û hevalên wî re derbas bûye, lê heta niha cihê gora wan ji malbatên wan û gelê me re eşkere nekiriye. Dewleta dagirker ku cihê definkirina Şêx Seîd û hevalên wî yên 97 sal berê şehîd bûne eşkere nake, nahêle wêneyên Şehîd Seîd û hevalên wî bên hilgirtin. Divê bê zanîn ku têkoşîna rizgariya netewî ya Şêx Seîd û hevalên wî şopînerên Şêx Ubeydullah û Şêx Abdulselam Barzanî ne û berdewam ên wê mirasa neteweyî ne.

Komara Tirkiyeyê ya ku bi sedan rewşenbîrên kurd ên wê serdemê sirgûn kir û Şêx Seîd û hevalên wî bi awayekî hovane îdam kir, divê di zûtirîn dem de lêborînê ji gelê Kurdistanê bixwaze û gorên Şêx Seîd û hevalên wî yên şehîdên şoreşê nîşanî gelê Kurdistanê û malbatên şehîdan bide.

8 sal berê di 29ê Hezîrana 2014an de di daxuyaniya me ya damezrandinê de weke Ciwanênên Neteweyî yên Kurdistanê me; em mîratgirê Şêx Seîd, Cîbranli Xalit Beg, Yusuf Ziya Beg, Alî Riza Beg, Behadîn Beg, Faîk Beg, Mele Abdurrahmanê Şirnexî, Dr. Fuad, Şêx Ebdullah, Kamil Beg, Şêx Şerîfî ne û me bi zelalî diyar kiribû mefkureya şehîdên Kurdistanê mefkureya me yî û em ê her berdewam bin li ser bê rêbazê.

Şêx Seîd û rihê hemû şehîdên Kurdistanê wê bi destkeftiyên Kurdistanî û statuyên siyasî yên li 4 parçeyên Kurdistanê şad bibin. Em hemû şehîdên Kurdistanê, Şêx Seîd û rêhevalên wî bi minetdarî bi bîr tînin.

Ciwanên Netewî yên Kurdistanê – CNK