9 kes bi sûça endametya Partiya Karkeran hatin desteserkirin

istanbul-pkk-operasyonu

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiye di oparasyonekê de bi sûça endametîya Partîya Karkeran

 9 kes hatin desteserkirin.

Li gor agahiyên hatîn belavkirin, duh 1ê Tîrmehê 2023an li ser bingeha lêpirsîna ji aliyê Serdozgerya Komarê ya Stenbolê ve hat despêkirin, tîmên Baroya Lêpirsîna Tawanên Terorê û Şaxa Rûbirûbûna Terorê ya ser bi Navenda Ewlekariyê ya Stenbol bi sûça ku ji bo “rêxistinên PKK/KCK, YPG/PYDê kar kirine” bo desteserkirina 13 kesî dest bi oparasyonê kirine.

Di encama oparasyona ku li 10 navçeyên Stenbolê hat despêkirin de, polîsan hevdem bi ser 13 malan de girtine û 9 kes desteser kirin.

Tê gotin, lêgerîna li kesên din yên ku biryara desteserkirina wan heye jî berdewam dike.

Lê derbarê nasnameya kesên hatîn desteserkirin de ti agahî nehatine dayîn.