Îran: Amerîkayê li Tengava Hurmizê êrîşî çend belemeyan kir

Çavkaniyeke leşkerî ya Îranê ragihand, artêşa Amerîkayê bi hinceta “Hêzên Pasdar”, êrîşî çend belemên sivîlan kiriye û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê îro 5ê Gulanê li ser zarê çavkaniyeke leşkerî ya Îranê belav kir ku îdiayên artêşa Amerîkayê yên derbarê lêdana “belemên bilez ên Îranê” ne rast in. Li gorî daxuyaniyê, ew belemên ku ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatine armancgirtin, hemû belemên sivîlan bûn.
Çavkaniya leşkerî ya Îranî destnîşan kir, Amerîkayê 6 belemên sivîlan kiriye amanc û got: “Du ji van beleman kelûpelên xelkê sivîl tê de bûn û ji navçeya Xeseb a Omanê ber bi kênarên Îranê ve di rê de bûn.”
Hate ragihandin, di encama vê êrîşê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane. Çavkaniyê hişyariyeke tund da Washingtonê û ragihand ku “Divê artêşa Amerîkayê baca vê tawana xwe bide.”
Heman çavkaniyê got ku artêşa Amerîkayê ji ber leza belemên “Sopayê Pasdaran” (IRGC) ketiye nava tirs û diltengiyekê, lewma her belema ku li herêmê dibînin, gulebaran dikin. Heta niha nasnameya kesên hatine kuştin nehatiye eşkerekirin ku gelo welatiyên Îranê ne an yên welatên Kendavê ne.
Ev alozî di demekê de ne ku Amerîkayê bi fermana Donald Trump operasyona “Projeya Azadiyê” li Tengava Hurmizê daye destpêkirin. Ev operasyon ji aliyê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ve tê birêvebirin û zêdetirî 100 balafirên şer û 15 hezar leşkeran li herêmê dihewîne.
Amerîka dibêje armanca wan parastina azadiya deryavanî û çavdêriya dorpêça li ser benderên Îranê ye. Lê belê berpirsên Îranê hişyarî didin ku her destwerdaneke leşkerî ya Amerîkayê li vê navçeyê, wekî “binpêkirina agirbestê” tê dîtin û dê bibe sedema karesatên mezin.