Şam-Ankara-Tel Avîv: Rageşiya li Sûriyê di lûtkeyê de ye

Êrîşên esmanî yên dawî yên Îsraîlê yên li ser baregeha leşkerî ya Ebû el-Duhurê ku tenê 70 kîlometre dûrî sînorê Tirkiyê ye, rageşiya di navbera Enqere, Tel Avîv û Şamê de gihand asteke nû û krîtîk. Ev geşedan hevsengiyên leşkerî yên li bakur û navenda Sûriyê serûbin dike.
Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî bertekeke tund nîşanî êrîşên Îsraîlê da û diyar kir ku ev pêngav rasterast ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê dixin xeteriyê. Bahçelî banga rawestandina endamtiya Îsraîlê ya di Neteweyên Yekbûyî de kir û pêşniyara berfirehkirina Peymana Mekeyê û avakirina “Hêza Aştiyê ya Îslamê” anî ziman.
Ji aliyê din ve, Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Esed Şeybanî ragihand ku armanca wan a sereke rawestandina êrîşên Îsraîlê ye û destnîşan kir ku hê zû ye behsa lihevkirineke stratejîk bi Tel Avîvê re bê kirin. Şeybanî her wiha da zanîn ku plana Tirkiyê ya avakirina baregeheke daîmî li Sûriyê nîne.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu rasterast bersiva daxuyaniyên Enqereyê da û ragihand ku hebûna leşkerî ya Tirkiyê ya li Sûriyê ji bo wan gef e. Netanyahu hişyarî da ku ew ê bi tu awayî tehemûl nekin û destûrê nedin ku hêzên leşkerî yên Tirkiyê ber bi başûrê Sûriyê ve pêş bikevin.