MÎTê berpirsekî teknîkî yê Partîya Karkeran kuşt

Îstixbarata Tirkiyê fermandarekî din yê Partîya Karkeran di operasyonekê de bi navê Edîp Temîz kuşt ku bi berpirsekî teknîkî yê girîng yê rêxistnê ye.
Ajansa Anadolu a dewleta Tirkiyê, li roja 13 tîrmeha îsalê belav kir ku berpirsê Partîya Karkera yê bi navê Edîp Temîz û bi navê kod Azad Cesûr li nav xaka Başûrê Kurdistanê di operasyoneke MÎTê de hatiye armanc girtin.
EdîP Temîz fermandarê HPGê û berpirsê şaneyeka hêza taybet ya rêxistnê ye, pisporê teknîkî yê partiyê ye.
Dewleta Tirk kuştina vî berpirsê PKKê ragihand li demekî ajansa ANFê ya Partîya Karkeran li roja 6 tîrmeha îsal nûçeya kuştina Edîp parvekirbû û ragihandbû ku ew di 1 kanûna 2022ê de di êrîşeke Tirkiyê de jiyana xwe ji dest daye û gotiye ew pisporê zanistî û teknîkî û fermandar û fedayê Apo bû!.