Ji ber hebûna PKKê gelek gundên Xiristiyanan vala bûne

Ji ber hebûna PKKê gelek gundên Xiristiyanan vala bûne

Hebûna çekdarên PKKê li Herêma Kurdistanê bûye metirsî li ser jiyana welatiyên gundan, bê cudahiya navçe û pêkhateyên olî û neteweyî heye.

Li parêzgeha Dihokê gelek gundên Xiristiyanan ji ber hebûna çekdarên PKKê û êrişên firokeyên şer ên Tirkiyeyê vala bûne. Bi taybet piştî êrişa artêşa Tirkiyeyê li ser baregeh û şaneyên PKKê, gundî hîn bêhtir koçber û perîşan bûne.

Gundê Dorê yê ser bi bajarokê Kanî Masê ve ye û rûniştvanên wî Xiristiyan in, beşeke mezin ji xelkê wî ji ber şerê di navbera artêşa Tirkiyeyê û PKKê de derketine û çûne deverên din ên nêzîkî Duhokê.

Welatiyê Xiristiyan Ziya Îşa got: “Ev 34 sal in ez li vir dijîm û nikarin ji gund dûr bikevin. Ji ber ku niha şerê di navbera PKK û leşkerên Tirk de nêzî gund dibe, ji bo me bûne metirsî û em koçber bûne.”

Welatiyekî din ê Xiristiyan dibêje: “Salek û şeş meh in em ji gund derketine û em nikarin vegerin. Ji ber şerê di navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê de, me 5 gundên nêzî hev, bi mal û milkê xwe li pişt xwe hiştin û em nizanin çi wêranî bi ser de hatine.”

Ji gundên Xiristiyanên Girê, Milexta, Serdeşt, Helawa û Xorêj ên ser bi bajarokê Kanî Masî ve, di van salên dawî de 250 malbatan ji ber hebûna PKK’ê ji malên xwe derketine.

Gundî ji ber terikandina zevî û baxçeyên xwe, ziyanên madî yên mezin dîtine. Hin gundên din ên li vê deverê tevî hemû xeterî û pirsgirêkên ewlekariyê jî, lê hîn jî gundên xwe derneketine.

Welatiyê Xiristiyan Gorgîs Adem dibêje: “Rewş aloz e û gelek ziyan gihiştiye welatiyan. Ev yek bûye sedem ku welatî careke din berê xwe bidin bajaran. Cotkar û baxçevan zirareke mezin dîtine û zevî û baxçeyên wan şewitîne.”

Li gorî amaran, ji ber şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyeyê û çekdarên PKKê de, li bajarokê Amêdiyê yê bi parêzgeha Dihokê, nêzîkî 300 malbatên gundan, ji malên xwe derketin û koçberî navçeyên aram ên parêzgeha Dihokê bûne. Di nav wan de jî, zêdetirî 180 malbatên Xiristiyan hene.

Tirs heye ku ji ber dirêjbûna û berfirehbûna şer û pevçûnên di navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê de, carek din mîna Enfala Badînan a salên 1980ê, piraniya gundan vala bibin.

Çavkanî: Kurdistan 24