Rojnameya El Erebî El Cedîd: PKK’ê li hember Tirkiyê xwe paşvekêşaye, lê hemwelatiyên sivîl digire

Rojnameyekî erebî aşkera dike ku çekdarên PKK’ê bi dehan kîlometreyan li navçeyên bi desthilata xwe ji artêşa Tirkiyê re hiştiye, lê hejmarek hemwelatiyên sivîl ên parêzgeha Duhokê girtine û wan tometbar dikin.
Li gor raportekî rojnameya El Erebî El Cedîd ku derbarê şerê Tirkiye û PKK’ê de li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê de hatiye belavkirin, di şer de bi dehan çekdarên PKK’ê hatine kuştin û birîndar bûne û derveyî wê jî Tirkiyê hemû otomobîl û barhelgiran dike armanc ku guman dike çek û pêwîstiyên lojîstîkî yên PKK’ê bi wan otomobîlan tên veguhestin.
Rojnameyê bi zimanê fermandarekî Pêşmerge aşkera kir, PKK’ê bi kûrayiya 20 kîlometreyan li hember artêşa Tirkiyeyê xwe paşvekêşaye û piraniya ew navçeyên Çiyayê Gare û Lûtkeya Çiyayê Metîna ji dest daye.
Li gor heman rojnameyê di operasyonê de Tirkiye bi yekcarî PKKê ji sînorên xwe dûr dixe û êdî di paşerojê de cîha ku PKK pirsgirêka Tirkiyê be, dibe pirsgirêka Iraqê.
Di beşeke din a wê raportê de, piştî behsa paşvekêşan û reva PKK’ê ya li hember artêşa Tirkiyê tê kirin, behs tê kirin ku PKK’ê hejmarek hemwelatiyên sivîl ên sînorê parêzgeha Duhokê jî girtine û wan tometbar dike ku sîxuriyê ji bo Tirkiyê dikin. Naha jî malbatên wan ji bo azadkirina ewladên xwe bi PKK’ê re di peywendiyê de ne.
Ev yek di demekî de ye ku bi dehan sale PKK dest daniye ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, sedan hemwelatiyên Herêma Kurdistanê jî ji ber amade nebûne bacê bidin PKK’ê yan jî mulk û malên xwe bixin bin xizmeta PKK’ê, tometa sîxuriyê ji bo wan hatiye kirin û piştre jî li hember pareyekî zêde hatine azadkirin û eger pare jî nedabin, ji aliyê PKK’ê ve hatine kuştin.