Şêniyên gundê Guherzê nûçeyeke PKK’ê derewand

Şêniyên gundê Guherzê nûçeyeke PKK’ê derewand

Şêniyên gundê Guherzê bertek nîşanî nûçeyeke çapemeniya PKK’ê dan û ragihandin, nûçeya PKK’ê serûbin derew û bêbextiye.

Di roja 27/11/2024an de ajansa Roj News ya PKK’ê ku li Silêmaniyê weşanê dike, nûçeyek li ser navê “Çekdarên PDK’ê ji gundê Guherzê 3 ciwan revandin” parve kir, lê belê hat hîn bûn nûçeya PKK’ê derew e.

Yek ji şêniyên gundê Guherzê ku navê wî jî di nava wan kesan de ye ku PKK’ê ragihandiye ji aliyê PDK’ê ve hatiye desteserkirin, bi mercê ku navê wî neyê eşkere kirin ji Darka Mazî re ragehand, em bi vê nûçeya PKK’ê matmayî man, ji ber ku dereweke eşkere bû, me qet bawer nedikir PKK’e dereweke bi vî awa li ser me parve bike, dema me nûçe dîtî, hem kena me hat û hem jî pirsek li cem me peyda bû ku ew jî ev pirse bû, “gelo çima PKK’e dereweke bi vî awa li ser me parve dike, heyanî niha PKK’ê çend derewên bi vî awa parve kirine û xelkê bawer kirine?”

Di nûçeya xwe de PKK’e dibêje, “beriya çend rojan 3 ciwanên gundê Guherzê dîmenê bombebarana dewleta Tirka dagirker qeydkirin û belavkirin. Li ser daxwaza artêşa Tirka dagirker çekdarên PDK’ê bi ser gund de girtin û wan ciwanan binçavkirin.” ev jî dereweke pirr eşkere ye, ji ber ku rojane vîdeoyên şerê sexte yê di navbera PKK’ê û artêşa Tirkiyê ku bûye sedem xelk rihetsiz bibe ji aliyê ciwanan vê tên qeyd kirin û di sosyal medyayê de tên parve kirin û heyanî niha jî ti kes nehatiye girtin.

Ev şêniyê gundê Guherzê dibêje, em nizanin mebesta PKK’ê ji vehandina derewên bi vî awayî çîye, lê belê, pir eşkere ye ku ne ji boy berjewendiya şêniyên Guherzê ye.

Her wiha destnîşan kir, PKK’ê di nûçeya xwe de derewek din jî kiriye, PKK’ê navê 10 kesan ji şêniyên gund eşkere kiriye û gotiye, her ji ber vê sedemê pêş niha vane dema 6 mehan hatine desteserkirin û îşkence kirin, ev jî dereweke eşkere ye, ji ber ku gund pirr biçûk e û em dizanin di nava gund de çi rû dide, ji navên ku PKK’ê di nûçeya xwe de bas kirîn bi tenê 1 kes dema 6 mehan hatiye desteserkirin û ti îşkence li wî nehatiye kirin, ev jî ne ji ber qeydkirina vîdeoyên şer, belku ji ber bazirganiya bi komên qedexekirî ku li gor qanûna Îraqê PKK’e jî yek ji wan koma ye.

Roj derbas nabe ku tê de PKK’e çendîn derewan li ser Başûrê Kurdistanê û PDK’ê parve neke, tişta ecêb jî eve ku tevî PKK’e dizane wê ev derew werin îfşa kirin jî, lê belê dîsa derewên xwe berdewam dike, PKK’e dixwaze bi van derewan binketinên xwe yên siyasî û leşkerî bipeçine.