Fermandareka girîng ya PJAKê hate kuştin

Jiyan Herdem-Net

Nasnameya fermandareka girîng ya PJAKê bi navê kod Jiyan Herdem aşkere bû ku salekê berê li Başûrê Kurdistanê hatibû kuştin û rêxistinê mirina wê veşartî hiştibû.

Rêxistina PKKê îro nasnameya fermandara PJAKê ya bi navê Murvet  Abdulkadir aşkere kir ku li Mijdara sala rabûrî 2023ê li Başûrê Kurdistanê ketiye ber êrîşên dewleta Tirk û hatibû kuştin, lêbelê PKKê mirina wê veşartî hiştibû.

Murvet  Abdulkadir bi yêk ji fermandarên girîng yên PJAKê tê hesab kirin, ew bi navê kod Jiyan Herdem di nava rêxistinê de tê naskirin, ew li sala 1992ê tevlî refên PKKê bûbû.

Rêxistina PKKê di van du salên derbasbûyî de bi dehan fermandar û kadroyên xwe yên girîng wenda kirin, lêbelê mirina piranîya wan hêjan jî veşartî dihêle.