Dewleta Îranê cezayê darvekirinê da vî ciwanê Kurd ku beşdarî serhldana Jîna Emînî bibû

iran-idam-info

Komara Îslamî ya Îranê cezayê darvekirinê da ciwanê Kurd yê bi navê Mîhrab Ebdullazade ji ber ku ew beşdarî serhldana Jîna Emînî bibû.

Li gorî rêxistina mafên mirovan Hengawê; ciwanê Kurd Mîhrab Ebdullazade ji bajarê Urmiyê ye û temen 26 salî ye, ji aliyê rejîma Îranê ve bi tometa “xiyanetê” cezayê darvekirinê lê hat birîn.

Mîhrab Ebdullazade ji aliyê şaxa 2 ya dadgeha şoreşê ya Urmiyê ve bi cezayê darvekirinê hat mehkûmkirin.

Hat diyarkirin ku Ebdullazade di dema serhldana Jin, Jiyan, Azadî ya di Îlona 2022an de, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat binçavkirin û birin navenda ewlekariya Urmiyê.

Piştî çend mehên îşkence û lêpirsînê, Mîhrab Ebdullazade bo girtîgeha navendî ya Urmiyê hatbû veguhestin.