PKK’ê di daxuyaniyekê de îtîraf bi êrîşa li ser pêşmergeyan kir

Roja 28 û 29î Nîsanê, li gundê Belave Û Guherzê ku nêzî Amêdiyê ne êrîşî ser pêşmergeyan hat kirin, Darka Mazî bi xelkê herêmê û hinek rayedaran re hevdîtin çêkir û nûçe belav kir ku ev êrîş ji aliyê PKK’ê ve hatiye encamdayîn, lê belê di roja yekem de medyaya PKK’ê wisa parve kir ku ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye encamdayîn.
Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê îro roja çarşemî 30/4/2025an têkildarî vê mijarê bi daxuyaniyekê îtîraf kir ku ew bûn bi Drona êrîşî ser pêşmergeyên Kurdistanê kirin, PKK’ê ji boy vê êrîşa xwe weke hercar hin hincetên bê binema yên weke, “PDK’e alîkariya dewleta Tirk dike, dixwaze me dorpêç bike, cihê ku pêşmergeyên PDK’ê ketinê ciheke stratejîke û ji boy rêgirtina li tevgera me hatine wê derê û hwd…” anîn ziman.
Di daxuyaniya HPG’ê de hatiye, Fermandariya me ya li qada Guherz, Belave di 28 û 29ê Nîsanê de bi hesasiyeta ku windahî çênebe, di asteke sivk de ji bo hişyarkirinê destwerdan kiriye.
Rojekî paş êrîşa PKK’ê ya bi dronan li ser pêşmergeyên Kurdistanê, Darka Mazî di raporeke xwe de eşkere kir ku ev Dron ji cihên ku HPG’e tê deye rabûne. Dronên ku di êrîşê de hatîn bikaranîn jî dronên Kamikaze ne ku di destê PKK’ê de ne. Yekem rojê dema êrîş çêbû hinek nûçeyên bi guman hatin belavkirin ku dibe Drona PKK’ê dema diçû ciheke din ketibe nava pêşmergeyan, lê belê êrîşa roja duyem destnîşan kir ku eve êrîşeka plankirîye.
Her wiha Darka Mazî eşkere kiribû ku ger PKK’e daxuyaniyê bide û îtîrafê bike jî, wê rola mexdûran bilîze, her ev pêkhat, HPG’ê di daxuyaniya xwe de rola mexdûr lîstiye û PDK’e sûcdar kiriye.