Bakirhan: Em hîn di despêka pêvajoyê de ne û di rojevê de ti bazarek nîne

Bakirhan: Em hîn di despêka pêvajoyê de ne û di rojevê de ti bazarek nîne

 Hevserokê Dem Partiyê Tuncer Bakirhan derbarê pêvajoya aştiyê de ragihand, ew hîn di despêka pêvajoyê de ne û di rojevê de ti bazarek nîne.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji medyaya Tirkiyeyê re axivî û ragihand, derbarê pêvajoya aşitiyê de tu bazarî nîne, hemû tişt eşkere tê meşandin û bawer dikin pêvajo dê biser bikeve.

Bakirhan got jî, ew giringiyeke mezin didin destpêşxêriya Serokê MHPê Devlet Bahçelî bo pêvajoya aştiyê û da zanîn, di navbera aliyan de mijarên bazarîkirinê nînin û tiştek jî dawî nebûye. Nîyazeke baş a aliyan heye û ji bo aşitî û çareserî derî hatiye vekirin.

Bakirhan got, pirsgirêka sed salan a Tirkiyeyê yekem car e ewqas berfireh, dibe mijara nîqaşan û tê gotûbêjkirin. Mijara danîna çekan giring e, lê divê mekanîzmên biryarê yên siyasetê rêyên çareseriyê bigirin pêş xwe.

Bakirhan amaje bi wê jî kir, ew derbarê serkeftina proseyê de geşbîn in û ti carî bêhêvî nebûne û hewl didin vê hêviyê gavek zûtir cîbicî bikin.11:35:18