Hikûmeta Sûriyeyê û Rûspiyên Durziyan li Siweydayê li hev kirin

Hikûmeta Sûriyeyê û Rûspiyên Durziyan li Siweydayê li hev kirin

Parêzgarê Siweydayê ragihand, peymana ku bi rûspiyên pêkhateya Durzî re hatiye girêdan hîn derbasdar e û bendên wê dê li pey hev bên cîbicîkirin. Di heman demê de, Serokatiya Rûhanî ya Durziyan jî di daxuyaniyên hevdem de bendên sereke yên peymanê piştrast kirin û tekezî li ser “qedexekirina ketina her hêzekê ji derveyî parêzgehê” kirin.

Ajansa Nûçeyan a Sûriyê (SANA) ji ser zarê Parêzgarê Siweydayê Beşar Bekûr ragihand: “Li ser daxwaza hin aliyan ji bo hêsankirin û lezkirina pêvajoya vegerandina ewlehî û aramiyê bo parêzgeha Siwêdayê, hin guhertinên biçûk di peymanê de hatin kirin.”

Bekûr ji ajansê re tekez kir, dewlet ji bo çareserkirina pirsgirêkan li parêzgeha Siweydayê hewlên cidî dide û got: “Em dikarin bibêjin ku em nêzîkî bidestxistina encamên xebata xwe ya bêwestan a di heyama borî de ne.”

Bekûr tekez kir jî: “Pêkhateya Durzî beşek ji pêkhateya civakî ya resen a Sûriyê ye, me hemûyan daxuyaniya Şêxên Duriziyan şopand ku tê de destêwerdana derve red dikin û tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan di navbera gelê Sûriyê de dikin.”

Bendên Sereke yên Peymanê

Serokatiya Rûhanî ya Pêkhateya Misilmanên Muwehîdîn ên Durzî jî di daxuyaniyekê de ragihand, ew encamên civîna ku du roj berê bi beşdariya Şêx Hikmet Hecrî (Serokê Rûhanî), her du Şêxan Yûsif Cerbû û Hemûd Hinawî, Mîr Hesen Etreş, Mîr Yehya Amir, Atif Hinêdî, Wesîm Izedîn û nûnerên komên leşkerî hatibû lidarxistin, piştrast dike.

Di daxuyaniyê de li ser 5 bendên sereke hate tekezkirin:

  1. Aktîvkirina polîsan ji endamên berê yên hêzên ewlekariya navxweyî.

  2. Rakirina dorpêçê ji ser deverên Siweydayê.

  3. Misogerkirina berpirsiyariya ewlehiya rêya Şam-Siweydayê.

  4. Rawestandina gulebaranê li hemû deveran.

  5. Her daxuyaniyeke ku van bendan binpê bike, weke daxuyaniyeke yekalî tê dîtin.

Tundûtûjiya Dawî û Peymana Ceremanayê

Di rojên borî de, li herêma Ceremana ya nêzîkî Şamê ku piraniya şêniyên wê Durzî ne, kiryarên tundûtûjiyê qewimîn û li gorî medya Sûriyê, herî kêm 12 kesan canê xwe jidest dan.

Tundûtûjî herwiha gihişt herêma Sehnaya ku ew jî xwedî piraniya Durzî ye û hat ragihandin ku roja Çarşemê piştî êrîşeke çekdarî li ser navendeke ewlekariya giştî, 16 kes hatin kuştin.

Roja Pêncşemê, hikûmeta Sûriyê bi rûspiyên bajarê Ceremanayê re li ser radestkirina demildest a çekên giran û zêdekirina belavbûna hêzên ewlehiyê li bajêr li hev kiribû. Peymanê her wiha li xwe digirt ku çek tenê di destê saziyên dewletê de bin, çekên takekesî yên bê molet bên radestkirin û hêzên Wezareta Parastinê ji bo ewlehiyê li derdora bajêr bên bicîkirin.

Êrîşa Îsraîlê

Çend demjimêran piştî peymana li Ceremanayê, Îsraîlê bi hinceta “rêgirtina li êrîşa li dijî Durziyan” êrîşî hin cihên li derdora Koşka Serokatiyê ya li paytext Şamê kir.