Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” keçeke din a 14 salî revand

Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ku rasterast fermana ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê) werdigire keçeke din a temen biçûk ji taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê li bakurê Sûriyeyê bi armanca tevlîkirina wê di nav refên partiyê de, revand.
Li gorî çavkaniyên herêmî, rêxistina “Ciwanên Şoreşger” di 29ê Nîsana 2025an de, dema ku ji dibistanê derdiket li taxa Eşrefiyê ya Helebê, keça 14 salî ya bi navê Ayinda Luey Eloş revandiye.
Malbata Ayinda ji gundê Eyn Hecerê yê gundewarê Efrînêye.