Berdevkê AKPê: Em li bendê ne ku PKKe di nav çend rojan de xwe hilweşîne

Berdevkê Partiya Edalet û Geşepêdanê (AKP) dibêje ku tê payîn ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di nav çend rojan de çekan deyne û xwe belav bike.
Omer Çelik piştî civîna Navenda Rêveber û Biryarê ya AKPê ku roja Duşemê êvarê li Enqerê bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan pêk hat, bi rojnamevanan re axivî.
Çelik got, “Em li bendê ne ku pêvajoya hilweşandina rêxistina terorîst û danîna çekan di nav çend rojan de dest pê bike.”
Berdevkê AKPê got ku piştî hilweşandin û bêçekkirina PKKê, dê qonaxên din ên pêvajoyê dest pê bikin.
Çelik behsa xurtkirina eniya navxweyî ya Tirkiyeyê kir û got ku hêzên emperyalîst rewşê manîpule dikin da ku projeyên xwe li herêmê bicîh bînin, lê Tirkiye bi armanca “Tirkiyeyek bê teror” hewlên wan têk dibe.
Çelik destnîşan kir ku armanca “Tirkiyeyek bê teror” siyaseta Komara Tirkiyeyê ye.