Aljazeera: Ocalan û PKKê 50 salên têkoşîna Kurdan berze kirin

Malperê Aljazeera yê Qeterî di raporekê de derbarê Pêvajoya Aştiyê û çekdanîna PKKê, rastiya vê rêxistinê û derketina wê ji xet û armanca ji boy hatiye avakirin îfşa kirî ye û gotiye ku: “Ocalan hatiye û paş nîv sedsalê ji xebata siyasî û çekdarî, danpêdan bi şkestina pirojeya xwe ya aydolojî û rêxistina xwe PKKê kirî ye û teslîmiyet hilbijart.
Malpera Aljazeera ku li dewleta Qeterê weşandê dike û hêz û nav û dengiyeke wê ya herî mezin li Rojhilata Navîn û cîhanê heye, duh roja duşemî 4 Gulana 2025ê raporeka pir dirêj derbarê “Rêxistina PKKê, Ocalan û pêvajoya aştiyê” belav kiriye û tê de her tewan, îxanet û tasfiye û şkestinên yêk li pey yêk yên di qûnaxên dîroka PKKê de ji damezrandina wê li sala 1978ê û heya roja me ya îro bas kirî ye.
Aljazeera rapora xwe wisa destpêkrî ye:
“Ji damezrandina xwe ve di sala 1978an de, PKKê komkujî pêk aniye û heta niha nêzîkî 16,000 karmendên hikûmeta Tirkiyê, di nav wan de leşker, polîs, cendirme, doktor û mamoste, û her wiha hejmareke mezin sivîl jin û zarok jî di nav de, hatine kuştin. Şer bi qasî 2 Tirîlyon dolarî zirar li aborîya Tirkiyeyê xistiye. Gelo ma rêxistin gihîştiye dawiya rê?”.
Raporê bi dirêjî behsa tewan û tasfiyeyên ku PKKê bi fermana Ocalan li dijî welatparêzên Kurd encam da ne kirî ye û her ji sala 1979an dema serokê hoza Bocak “Mihemed Celal Bocak” teror kirî. Piştre behsa mana Ocalan ya li Sûryeyê kirî ye û gotiye ku: “Ev zilam li Sûryeyê di bin çavdêrî û parastina MÎTê û dewleta Tirk de bû û bi fermana wan tev digeriya”.
Ji serxwebûnê bo teslîmbûnê
Aljazeera beşeka girîng ya rapora xwe daye pirojeya Ocalan û fikra ku PKKe pê hatiye damezrandin û gotiye: “Ocalan û rêxistina xwe li destpêkê banga serxwebûnê û Kurdistana serbixwe dikir, paşê Ocalan dest bi guhertina rêbaza xwe ya siyasî kir, ji dirûşmeya “Kurdistana serbixwe û yekgrtî” derbasî dirûşmeyên wekî “federalîzim” û “xweseriya herêmî” bû û paşê pirojeya xwe hêjan biçûktir kir û heya gihîştiye asta teslîmbûnê. Aljazeera ev yêk bi vî sernavî di malpera xwe da înaye pêş: “Ji serxwebûnê bo teslîmbûnê”.
Her derbarê fikir, aydolojiya û pirojeya Ocalan, Aljazeera dibêje: “Ocalan di sala 1979an de bi slogana “Emê Kurdistaneke serbixwe û yekgrtî ava bikin” dest bi têkoşîna xwe kir. Lê wî di 27ê Sibata 2025an de bi van gotinan şkestina pirojeya xwe, aydolojî û rêxistina xwe îlan kir, ango teslîmiyeta xwe ragihand”.
Bi gotineke din, piştî 45 salan ji şerê çekdarî, Ocalan bi xwe qebûl kir ku ne dewleteke serbixwe ya Kurdî, ne jî federalîzim û otonomî çareseriyên reyalîst pêk naînin, ev jî tenê dihête wateya teslîmbûnê ne tiştekî din.
Hilweşîna aydolojyaya Ocalan û rêxistinê
Di rapora Aljazeera de hatiye nivîsandin ku: “Daxuyaniya destnivîsî ya sê û nîv rûpelî ya Ocalan, hilweşîna aydolojiya wî û rêxistina wî bo her kesî diyar kir”.
Her derbarê xebata çekdarî ya 45 salî ya PKKê, Aljazeera gotiye: “Di nêzî nîv sedsalê ji têkoşîna çekdarî, rêxistina PKKê ji bilî çandina tovê fîtnê û neteweperestiya etinîkî di hişê komeke sînordar de, ti armancên xwe yên diyarkirî bi dest nexistiye”.
Gelu PKKe wê xwe hilweşîne û çekan deyne?
Di raporê de pirsa ku “Gelo PKKe wê xwe hilweşîne û çekan deyne?” Lêkolîn kiroye û gotoye: “Ji ber ku rêxistina PKKê bicîh kirona naveroka banga Ocalan ya 27 Sibatê dereng xistiye û hêjan ti jivan bo girêdana kongreya hilweşandinê destnîşan nekirine, dewleta Tirk îro pir ji rêxistinê aciz û tore ye”.
Li dawiyê jî Aljazeera gotiye: “Çavdêrên nêzî PKKê, ku bi tevahî dizanin ku rêxistin êdî bi tu awayî “mafên Kurdan” naxwaze, û ev rêxistin bûye amûrekî destê dewletên herêmî û cîhanî, bawer dikin ku rêxistin dê bi hêsanî xwe fesix neke û çekên xwe radest neke û dê bi agirbestê jî pabend nebe”.