PKK: Me kongreya xwe ya 12’emîn lidar xistiye

PKK: Me kongreya xwe ya 12'emîn lidar xistiye

PKKê ragihand, Kongreya 12’emîn a PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de bi rengekî serkeftî hate lidarxistin. Da zanîn jî, biryarên hatin wergirtin wê di dema herî nêz de bi raya giştî re bêne parvekirin.

Dîwana Kongreya 12’emîn a PKK’ê îro 9ê Gulanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Kongreya 12’emîn a PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hate lidarxistin. Kongre bi beşdariya delegeyên ku hemû qadên kar temsîl dikin, li du qadên cuda paralelî hev hate pêkanîn.”

Diyar kir jî, kongreya 12’emîn a PKK’ê li ser banga Abdullah Ocalan li hev kom bû. Kongreyê di serî de perspektîf û pêşniyarên Abdullah Ocalan ên ji bo kongreyê xwendin û nirxandin. Her wiha rapora kurt a Komîteya Navendî ya PKK’ê jî li kongreyê hate xwendin û nîqaşkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Encamên Kongreya 12’emîn a PKK’ê û agahî û belgeyên berfireh ên li ser biryarên hatin wergirtin, piştî ku encamên li du qadên cuda kir yek, wê di demeke gelekî nêz de bi raya giştî re bêne parvekirin.”