ENKSê bertek nîşanî rêkarên leşkerî yên li dijî Herêma Kurdistanê da û daxwaza navbeynkariya navneteweyî kir

ENKSê bertek nîşanî rêkarên leşkerî yên li dijî Herêma Kurdistanê da û daxwaza navbeynkariya navneteweyî kir

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) bi rêya sekreteriya xwe ya giştî helwesta xwe ya li hemberî biryar û gavên leşkerî yên dawî yên Serokwezîrê Iraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê aşkere kir û tekezî li ser parastina pêgeha destûrî ya Herêmê û pêwîstiya yekîtiya navxweyî ya Kurdan kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê, bi sîfeta Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, di rojên 23 û 24ê Mijdarê de biryarên yekalî derxistine û amaje bi wê yekê kiriye ku hêzê bi kar bîne da ku kontrolê li ser bîrên petrolê û deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bigire dest, ku ev yek metirsiya kûrkirina aloziyan li Iraqê zêde dike.

ENKSê ev pêngav wekî derketina ji çarçoveya destûrê ya ku peywendiyên Hewlêr û Bexdayê rêk dixe nirxand û da zanîn ku ew li dijî bingehên hevparî û lihevkirinê ne ku Iraqa nû li ser hatiye avakirin. Li gorî dîtina Encûmenê, ev siyaset ber bi zêdekirina navendîbûnê û sînordarkirina desthilatên destûrî yên Herêma Kurdistanê ve diçe, ku ev yek ziyanê digihîne hevsengiya siyasî û hevpariya neteweyî.

Di vê çarçoveyê de, ENKSê daxwaz ji alî û hêzên siyasî yên Kurdî kir ku bibin yek, berjewendiya neteweyî li ser her tiştî re bigirin û ji bo berevanîkirina li maf û destkeftiyên destûrî yên gelê Kurdistanê bi hevrêzî tevbigerin.

Her wiha Encûmenê bang li civaka cîhanî û welatên herêmî, nemaze Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, kir ku ji bo rawestandina vê rageşiyê bi lez bikevin dewrê, nehêlin Iraq ber bi şer û qeyranên nû ve biçe û rêya diyalog û çareseriya destûrî ji bo pirsgirêkên çaresernebûyî hilbijêrin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate bibîrxistin ku Herêma Kurdistanê di serdema desthilata dîktatorî de bûye stargeh û hembêz ji bo hêzên opozîsyona Iraqê, û ji ber vê yekê divê rêz li pêgeha wê ya destûrî û rola wê ya di avakirina Iraqa piştî dîktatoriyê de bê girtin.

ENKSê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew bi tevahî li gel gel, serkirdayetî û destkeftiyên Herêma Kurdistanê ne, û baweriya xwe bi derbaskirina van astengiyan û parastina aramî û mafên gelê Kurdistanê nîşan da.