PKKê kongreya xwe lidar xistiye û biryara xwehilweşandin û danîna çekan daye

Rojnameya “Turkiye” ya nêzîkî desthilatdariyê, ji zarê jêderekî payebilind ê AK Partiyê ragihand, hefteya borî PKKê kongreya xwe lidar xistiye û tê de biryara xwehilweşandinê û danîna çekan daye. Rojnameyê daye zanîn jî, piştî vê qonaxê, dê pêngavên nû yên yasayî derbarê pêvajoyê de bên avêtin.
Li gorî heman rojnameyê, sedema ku PKKê heta niha lidarxistina kongreyê ji raya giştî re eşkere nekiriye, koça dawî ya Sirri Sureyya Onder e, ku endamê şanda Îmraliyê yê DEM Partiyê bû. diyar kir jî, “PKK dê di çend rojên pêş de bi xwe ragihîne ku kongre lidar xistiye.”
Rojnameyê herwiha ragihandiye, reşnivîseke bernameyekê ji aliyê AK Partiyê û yekeyên pêwendîdar ên dewletê ve derbarê wan pêngavên yasayî yên ku di heyama pêş de ji bo pêvajoyê dê bên avêtin, hatiye amadekirin. Hat ragihandin ku yekeyên ewlehiyê derbarê van amadekariyan de ligel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan civiyane.
Jêderên ji AK Partiyê ji wê rojnameyê re ragihandine, ew demek e kar li ser wan pêngavên ku divê derbarê mijarên yasayî yên pêvajoyê de bên avêtin, dikin û reşnivîsek derbarê ka dê çi pêngav ji bo pêvajoyê bên avêtin, amade kirine. Li gorî jêderan jî, piştî daxuyaniya xwehilweşandina PKKê, ew ê wek desthilatdar dê van pêngavan di qonaxa bê de ragihînin.
Rojnameya “Turkiye” amaje bi wê yekê jî kir, dê hin pêngavên nû derbarê Ocalan de bên avêtin û efserk ji bo wî bê tayînkirin ku alîkariya wî bike, herwiha dê şert û mercên karê wî baştir bên kirin. Ligel vê yekê, dê rê bê dayîn ku ew bi kesên ku dixwaze re bicive û Ocalan dê civînên zêdetir bi DEM Partiyê û malbata xwe re pêk bîne.
Li gorî rojnameyê, Ocalan bi xwe di guftûgoyên xwe yên ligel berpirsên dewletê de ragihandiye, ji ber ku dema ji zindanê derkeve dê kêşeyên ewlehiyê jê re çêbibin, lewma naxwaze zindana Îmraliyê bicîh bihêle.
Ev îdîa di demekê de tên, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh li gel beşek ji parlementerên AK Partiyê û wezîrên kabîneya xwe ragihandibû ku wan hemû asteng derbas kirine û gotibû, “Îro be yan sibe, PKK dê çekên xwe deyne û rêxistinê hilweşîne.”