Nihênî û taybet: Biryarên kongreya 12 ya PKKê

Rêxistina PKKê kongreya xwe ya 12 girêda û 4 biryarên girîng girtine, biryar bo Îmraliyê hatine şandin û paş ku Ocalan pesend bike, wê di du rojên pêş me de ji raya giştî re bên ragihandin.
27 Sibata îsal 2025ê rêberê zîndankirî yê PKKê Abdulla Ocalan, banga çekdanînê û xwefesixkirinê li PKKê kir, Ocalan di çarçûveya pêşinyaza Devlet Bahçeli de ev hengav avêt û 50 salên xebat û têkoşîna gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê wenda kirin.
Wendakirina 50 salên têkoşîna gelê Kurd
PKKê li ser banga Ocalan di hengava yekem de agirbesta tekalî li gel dewleta Tirk ragihand û banga rêberê xwe ya ku ti daxwaziyek ji boy Kurdan tê de tune bi dîrokî nav kir û şahî û dîlan li her derê girêdan.
Tevî agirbesta PKKê êrîşên dewleta Tirk heya duh roja 8 Gulana 2025an dewam kirin, li wê rojê dema ku PKKê li binara Qendîlê ji boy bicîhkirina fermana Bahçeli kongreya xwe ya 12mîn birêvedibir, balafirên dewleta Tirk çiyayên Başûrê Kurdistanê bombebaran dikirin.
Rêxistina PKKê îro 9 Gulana 2025ê ragihand ku wan kongreya xwe girêdaye û biryarên girîng girtine û li demeke nêz wê ji boy raya giştî bên parvekirin.
Darka Mazî derbarê naveroka biryarên kongireya 12mîn ya PKKê, agahî dest xistin.
Yekxistina nêrîna endamên serkirdayetiya PKKê
Çavkaniyên me aşkere kirin, ji berî civîna yekem ya kongreya PKKê, rêbertîya rêxistinê hejmareke civînan ji boy yekxistina nêrîna endam û serkirdayetiya PKKê encam da ne, piştre roja 8 Gulana 2025an li binara Qendîlê bi amadebûna 40 endamên serkirdayetiyê, rêxistina PKKê kongreya xwe ya 12 girêda.
Li gorî agahiyên destê me serkirdayetîya PKKê 4 biryarên girîng di kongreyê de girtine.
Biryarên kongreya 12mîn wisane:
Xebat û têkoşîna çekdarî ya PKKê li dijî dewleta Tirk bên bi dawî kirin û bi rîyên siyasî û qanûnê berdewamî bi xebatê bê kirin.
PKKê xwe hilweşand.
Çekên xwe wê radest bikin û ji boy çekdarên Bakurê Kurdistanê komîteyeke hevbeş li nêvbera Tirkiyeyê û PKKê were pêkanîn.
Nabe li tu parçeyeka Kurdistanê li jêr navê PKKê çalakiyên serbazî û siyasî bên encam dayîn.
Rêxistina PKKê di civîna kongreya xwe de ragihand ku ev biryar roja 9 Gulana 2025ê bo Îmraliyê bên şandin ji bo ku ji hêla Abdulla Ocalan ve bên pejirandin.
Çavkaniyên me aşkere kirin, tê pêşbînî kirin sibe roja 10 Gulanê yan roja 11 Gulanê ev biryarên kongreya 12mîn ya PKKê, di konferanseke rojnamevanî de ji raya giştî re bên parvekirin.
Çarenûsa çekdarên li Herêma Kurdistanê
Tiştê balkêş ku di biryarên kongreya 12mîn de, di biryara çekdanînê û pêkanîna komîteya hevbeş ya nêvbera PKKê û dewleta Tirk de, behsa çekdarên rêxistinê yên li Başûrê Kurdistanê tune, ango biryarê gotoye ku ji boy çekdarên li Bakurê Kurdistanê komîte wê were pêkanîn!.
Receb Tayib Ardogan du rojan berê ragihand bû; îro yan sibe PKKe wê çekan deyne û dewleta me wê bikeve di qûnaxeke nû de.
Pêngavên nû yên pêvajoyê
Tayîp Erdogan ev yêk di civîneke li gel beşek ji parlementerên AK partiyê û wezîrên kabîneya xwe de ragihandibû û got ku wan hemû asteng derbas kirine, îro be yan sibe, PKKe dê çekên xwe deyne û rêxistinê hilweşîne.
Rojnameya “Turkiye” ya nêzî desthilatdariyê jî îro ji zarê jêderekî payebilindê AK partiyê ragihand, hefteya borî PKKê kongreya xwe lidar xistiye û tê de biryara xwehilweşandinê û danîna çekan daye. Rojnameyê daye zanîn jî, piştî vê qûnaxê, dê pêngavên nû yên yasayî derbarê pêvajoyê de bên avêtin.