Erdogan li ser kongreya PKK’ê: Dibe ku hûn her gavê mizginiyan wergirin

Erdogan li ser kongreya PKK’ê: Dibe ku hûn her gavê mizginiyan wergirin

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li ser kongreya PKK’ê daxuyaniyek da û ragihand, “dibe ku hûn her gavê mizginiyan wergirin, hûn dê wergirin.”

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 9ê Gulanê eşkere kir ku wê 12emîn kongreya xwe bi awayekî serkeftî di 5-7ê Gulanê de li dar xistiye. Û wê di demeke nêz de encamên kongreyê ji raya giştî re ragihîne.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê di bernameyekê de axaftinek pêşkêş kir.

Erdogan di axaftina xwe de got, “divê ku em Tirkiyeyê ji belaya Tirkiyeyê rizgar bikin. Em bi gavên xurt ber bi Tirkiyeyeke bê teror ve dimeşin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku hevpeymaniya Cumhur bi “hestiyariyeke mezin” pêvajoya “Tirkiyeya bê teror” dimeşîne û got:

“Em bi biryarin ku welatê xwe ji bela terorê rizgar bikin ku 40 salin êşeke kûr daye welatiyên meyên ji her çîn û tebeqeyan, agirê sor dixe dilê dayikan û dînamît dixe nav biratiya meya ezelî û ebedîya wekî neteweyek.

Em bi gavên xurt ber bi armanca Tirkiyeya bê teror ve diçin. Saziyên meyên îstixbaratê û ewlehiyê erkên xwe bi baldarî pêk tînin. Em jî bi awayekî ku li cidiyeta dewletê tê, bêyî ku valahiyekê bihêlin, gav bi girav xebatan dişopînin.

Em bawer dikin ku em dê bigihîjin armanca Tirkiyeya bê teror. Em dê nekevin nav lîstka wan kesên ku dixwazin herêma me di xwîn, kaos, hêsir û bêîstîqrariyê de bixeniqînin.

Em dê bersiva wan kesên ku dixwazin me parçe bikin bi hembêzkirina hev bidin. Em dê 86 milyon dilên xwe bidin hev, hezkirinê, yekîtiyê xurtir bikin û blind bikin.

Em dê bi hev re sedsala Tirkiyeyê ava bikin ku di bingeha wê de demokrasî, bipêşveçûn, aramî û dadmendî hene. Dibe ku hûn her gavê mizgîniyan wergirin û hûn dê wergirin.”