Tirkiye piştrast dike ku ew ê operasyonên xwe yên leşkerî li dijî PKKê bidomîne

Turkey-PKK-war-2025-net

Tirkiye piştrast dike ku ew ê operasyonên xwe yên leşkerî li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bidomîne, tevî ku wê ragihandiye ku pevçûnên wê yên bi dewleta Tirk re bi dawî bûne.

Piştî ku rêxistina PKKê roja Duşemiyê 12 Gulana 2025ê hilweşandina xwe û bidawîhatina şerê xwe yê bi dehan salan bi Tirkiyeyê re ragihand, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê îro roja Pêncşemê 15 Gulanê bersiv da û piştrast kir ku ew ê operasyonên xwe yên li dijî rêxistinê bidomînin heta ku herêm “paqij bibe” û “gefa wê ji holê rabe”.

Wezaretê her wiha piştrast kir ku saziyên dewleta Tirkiyê bi rêya mekanîzmayeke taybet bi welatên din ên herêmê re hevahengiyê dikin da ku çekên rêxistinê radest bikin.

Di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin:

Girîng e artêş operasyonên xwe yên li dijî endamên PKKê li deverên ku lê hene bidomîne heta ku piştrast bibe ku ew dever “paqij” bûye û êdî ji bo Tirkiyeyê gefê çênake.

Berdevkê wezaretê got ku artêş “wê bi biryardarî li deverên ku ji hêla rêxistina terorîst ve hatine bikar anîn operasyonê bidomîne”.

Li gorî Ajansa Anadoluyê, wezaretê zêde kir ku saziyên dewletê dê bi hevkarên xwe yên li welatên herêmê re hevahengiyê bikin da ku mekanîzmayek hevaheng ji bo radestkirina çekên partiyê ava bikin.

PKKê ku ji çar dehsalan zêdetir e di nav şerekî bêy encam bi Tirkiyeyê re ye, roja Duşemê ya borî hilweşandina xwe û bidawîanîna şerê çekdarî ragihand.